English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-14 [10:03 AM]

Hewlêr (ZNA) -


 Li devera Bane ya bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, kolberekî kurd di encama êrişa pasdarên Îranê de birîndar bû.

Dezgeha mafên mirov ya Hengawê ragihandiye, îro danê sibê li zozana Eştiraw ya bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, komek kolberên ku dixwastin derbasî Başûrê Kurdistanê bibin, rastî êrişa pasdarên Îranê hatin.

Li gorî agahiyan, di encama wê êrişê de kolberek birîndar bû. Tê gotin ku rewşa wî kolberî baş nîne û niha li nexweşxaneya Bane tê dermankirin.

Navê wî kolberê ku birîndar bûye, Reûf Arifî û temenê wî jî 50 sal e.

 





2611 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad