English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-14 [09:31 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Raportora Parlementoya Awropayê ya Tirkiyê Kate Piri di civîna giştî daxwaza wê yekê kir ku peywendiyên Parlementoya Ewropayê ligel Tirkiyê bêne rawestandin. Pêşnîyaza Kate Piri hate qebûlkirin. Di dengdanê de 370 qebûl û 109 red derket.

Di raporê de bi sedema îhlala mafên mirovan tê xwestin ku têkiliyên Yekîtiya Awrûpa û Tirkiyê bihêne rawestandin. Di vê mijarê de bang li Komîsyona Awrûpa û Konseya Yekîtiya Awrûpayê dihêkirin. Partiya gel ya Awrûpayê ku di parlementoyê de gurûba herî mezine, dixwaze hevdîtinên navbera Tirkiyê û Yekîtiya Awrûpayê bi temamî biqedin.

Di rapora îhlala mafê mirovan de parlementerê Hollandî Kate Piri behsa girtina Osman Kavala û Selahattin Demirtaş dike ku keyfî hatine girtin. Behsa zextên ser diyanete, girtina 160 rêxistinan, gendelî, zora ser civakên ayînî, rewşa awarte, behsa komisyona rewşa awarte dihêkirin ku hêj 80 hezar dosya li benda encamê ne.Ev mijar hemû di eleyhiya Tirkiyê de ne.

Li aliyê din Wezareta Derve ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê aşkere kir ku ti wateya wê biryarê bo wan tuneye û ew ti giringiyê nadin wê biryarê.





2491 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad