English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-17 [02:37 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê li gel şandeke bilind a Wezareta Derve ya Tirkiyê civiya.

Îro Çarşemê 13.3.2019 Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistan, Mesrûr Barzanî pêşwazî li Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Sedat Onal û şandeke li gel kir, di hevdîtinê de pêşhateyên navçeyê, pêwnediyên dualî, hewl û pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û çend babetên hevbeş gotûbêj kirin.

Mesrûr Barzanî xwasteka Herêma Kurdistanê tekezî li ser pêşvebirina pêwendiyên navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê di hemû waran de kir, bi awayekê ku di berjewendiya herdu aliyan de be û xizmeta aştî, aramî û cîranîtiyê be.

Ji aliyê xwe ve Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê, ji ber serokatîkirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hêviya serkevtinê ji Mesrûr Barzanî re xwest û hêviya welatê xwe ji bo pêşxistina pêwendiyên aborî û bazirganî yên li gel Herêma Kurdistanê, weke cîran û deriyê ber bi navçeyên din ên Iraqê ve, nîşan da.

Danûstandin derbarê pêşhateyên navçeyê, rewşa ewlehiya navçeyên sînorî û rola kompanyayên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê de jî mijarên din bûn ê  civînê.





2416 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad