English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-13 [12:47 PM]

Hewlêr (ZNA) -


28 sal bi ser rizgarkirina bajarê Zaxo yê Herêma Kurdistanê ji destê rêjîma Beis re derbas dibe. Dema Zaxo rizgar bû, rojnamevanên biyanî karîn derbasî Kurdistanê bibin.

Îro 13 Adarê, bîst û heştemîn salvegera rizgarkirina bajarê Zaxo ji destê rêjîma Beis ya Iraqê ye. Xelkê bajarê Zaxo jî mîna xelkê deverên din yên Kurdistanê li dijî zilm û zora rêjîma Beis rabûn ser piyan û karîn bajarê xwe rizgar bikin.

Di navbera rizgarbûna Zaxo û deverên din yên Kurdistanê de ferqek mezin hebû, ew jî ew e ku dema Zaxo rizgar bû rojnamevanên biyanî karîn bi rêka sînorê Îbrahîm Xelî/Xabûr re derbasî Kurdistanê bibin û rûdanên Kurdistanê bo derve nîşan bidin û rûmal bikin.

Bajarê Zaxo girêdayî parêzgeha Duhokê ye û li ser sînorên Tirkiye û Sûriyê ketiye. Nifûsa wî bajarî derdora 200 hezar e.





2374 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad