English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-13 [12:24 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Îro 13.03.2019ê şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li şandeyeke bilind a leşkerî ya hêzên hevpeyman a çaksazî, perwerde û rahênana hêzên Pêşmerge kir.

Di hevdîtinê de li gel helsengandin bo mekanizmaya dawî û rêveçûna proseya çaksazî û rêkxistina wezareta Pêşmerge, egera serî rakirina DAIŞ û pêşketina tevgera wan hat gotûbêj kirin.

Herwaha Mesrûr Barzanî spasiya hewldanên hevpeymanan kir û hêviya berdewamiya alîkariyên wan xwest. Bi taybet di warê çaksazî û rêkxistina wezareta Pêşmerge de. Herwaha bo rêgirtin li metirsî û gefên terorîstan, alîkariya hemû aliyan ve û ava kirina bingeh di warê asayî kirin û çareseriya pirsgirêkên siyasî, îdarî û destûrî jî pêwîst zanî.

Ji aliyê xwe ve şandeya mêvan jî diyar kirin ku dê alîkariya zêdetir bo hêza Pêşmerge û bo pêşde birina proseya çaksazî û rêkxistina wezareta Pêşmerge piştevaniya xwe bo hemahengiya navbera hêzên Pêşmerge, hêzên hevpeyman û hêzên Iraqî li hemû navçeyan jî ragehand.





2332 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad