English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-13 [11:49 AM]

Hewlêr (ZNA) -


 Hikûmeta Kurdistanê, ji ber cejn û helkefta Newrozê, biryarek nû bo tûrîstên ku ji Îranê tên Kurdistanê, da.

Berpirsê pêwendiyên Herêma Kurdistanê bi Îranê re, Ebdullah Akreyî ji BasNewsê re got, ji ber cejn û helkefta Newrozê, hikûmeta Kurdistanê biryar da ji 15 heta 25 vê mehê, ji tûrîst û rêwiyên ku ji Îranê derbasî Kurdistanê dibin, bac û gumrikê nestîne.

Ebdullah Akreyî her wiha got, hikûmeta Kurdistanê par jî wisa kiribû. Armanca me ji vê yekê ew e ku tûrîstên zêdetir bên Kurdistanê.

Wî rayedarê hikûmetê da zanîn, ew ferman û biryara nû duh ji aliyê Wezîrê Navxwe Kerîm Şingalî ve hat dayîn.

Di rojên normal de, her kesê ku ji Îranê derbasî Herêma Kurdistanê dibe, 25 hezar dînar dide.

 





2371 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad