English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-13 [10:10 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Fermandarê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Nûrî Heme Elî ragehand, ku ew li benda fermana jorî xwe ne, bo ku li dijî çekdarên DAIŞê bikevin tevgerê.

Fermandarê eniya rojavayê Kerkûkê Nûrî Heme Elî ragehand, pêşbîniya serî rakirina gruba metirsîdar a wek DAIŞê heye û demeke jî DAIŞ zêdetir ketiye tevgerê, ‘’eger derfet bo wan çêbe dê berdewam kiryarên terorîstî bikin.’’

Nûrî Heme Elî got, tevgera çekdarên terorîst zêdetir li wan navçeyane heye ku dikevin bin desthilata hêzên Iraqê û ‘’Ne merc e jî ewên ku naha li hin navçeyên Iraqê çalakin, çekdarên DAIŞê bin, dibe ku grubeke din be.’’

Fermandarê Pêşmerge rêkeftina siyasî wek çareserî dibîne bo têkbirin û tinekirina terorê li Iraqê û got: ‘’Heta Iraq siyaseta xwe li gel welatên navçeyê û cîhanê asayî neke, dê ev tişta ku naha li Iraqê heye dê her berdewam bibe.’’

Nûrî Heme Elî ji malpera fermî ya PDKê re derbarê tevgera Pêşmerge li dijî DAIŞê ragehand, lijneya hemahengiya Pêşmerge û hêzên Iraqê heye û her demekî ferman ji me re bê dayîn, em wek hêza Pêşmerge amade ne.’’





2305 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad