Hewlêr (ZNA) - Hat zanîn ku Newroza îsal geştên asimanî di navbera Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û bajarên Diyarbekir û Entab yên Bakûrê Kurdistanê de dest pê dikin.
Şîrketa Tirkî ya bi navê AnadoluJet, ku beşek e ji Turkish Airlines ya Tirkiyê, ragihandiye, ji 21 Adara îsal de geştên asimanî di navbera Hewlêr û Diyarbekir û Entabê de dest pê dikin.
Li gorî agahiyên AnadoluJetê, her hefte sê geşt dê di navbera wan bajaran de bên kirin û nirxa bilîta jî dê ji 99 dolaran dest pê bike.
2317 car hatiye dîtin |