English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-12 [01:34 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Mûçeyê tevahiya karmend û nojdarên nexweşxaneyeka bajarê Silêmaniyê ji aliyê çend çekdarên nenas ve hat dizîn.

Berpirsê beşek ji nexweşxaneya Şar ya Silêmaniyê ragihand, îro mûçeyê tevahiya karmend û nojdarên nexweşxaneya Şar, ku derdora milyarek û 300 milyon dînar (zêdetirî yek milyon dolar) dibû, hat dizîn.

Li gorî agahiyan, ew dirav ji aliyê 4 kesên çekdar ve hatiye dizîn ku rûyê xwe pêçabûn. Yek ji wan jin bûye.

Tê gotin ku wan çekdaran pêşiya otomobîla ku dirav tê de bûye, girtine û bi zora çekan dirav hildane û reviyane.

Polîsê Silêmaniyê dest bi lêpirsîn û lêgerînek berfireh kiriye.





2533 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad