Hewlêr (ZNA) - Îro 12.03.2019ê demek kurt berî naha civîna navbera şandeyên polîtburoya PDKê û YNKê de destpê kir.
Şandeya PDKê ji Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî, Fazil Mîranî, Dr. Roj Nûrî Şaweys, Hoşyar Zêbarî, Mehmûd Mihemed, Cehfer Emînkî, Dilşad Şehab û çend kesekî din pêktê.
Li hember jî şandeya YNKê ji Kosret Resûl Elî, Omer Fetah, Hakim Qadir Hemecan, Îmad Ehmed, Şoreş Îsmaîl, Rizgar Elî, Şalaw Kosret Resûl, Seidî Pîre û çend kesên din pêktê.
Li gor zanyariyên BasNewsê, di civîna îro de PDK û YNK guftûgo li ser payeyên YNKê di kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê de dikin.
2425 car hatiye dîtin |
|