English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-12 [10:45 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokê Civata qeza Şingalê Weyis Nayif ragehand: ‘’Radest kirina terorîstên DAIŞê ji Sûriyê bo Iraqê û bê lêkolîn û lêpirsîn metirsiya fermaneke dine bo ser xelkê Şingalê.’’

Weyis Nayif ji BasNewsê re ragehandiye: ‘’Hejmarek zêde ya terorîstên DAIŞê ji aliyê hêzên Sûriyê ve ji hikûmeta Iraqê re hatine radest kirin û bê ku lêpirsîneke wisa li gel wan bê kirin, ji gund û deverên Şingalê re tên veguhestin. Eger waha jî bimînin dê çar rojên din hemû bibin şaneyên veşartî yên DAIŞê û dest bi karên terorîstî li deverê bikin û fermaneke din li ser xelkê Şingalê dê pêkbînin. Bi fermî jî me daxwaz kiriye, her kesekî destê wî li gel terorîstên DAIŞê hebe û divê bê ceza kirin û nabe cîhê wan kesên destê wan di karesata li Şingalê de heyî hebe. Pêwîste hemû ew kesên bûne rê vekir û piştevanên terorîst terorîstên DAIŞê bên jibîr kirin û pêwîste bên ceza kirin.’’

Herwaha got: ‘’Em naxwazin ti kesekî destê wî li gel destê terorîstane vegere devera Şingalê. Pêwîste hikûmeta Iraqê lêkolînekî hûr li gel hemû wan terorîstan bike, ku naha Hêzên Sûriyê wan radestî hikûmeta Iraqê dikin.’’





2467 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad