Hewlêr (ZNA) - Polîtburoyên YNK û PDKê li ser kifşkirina pişka YNKê di hikûmetê de dicivin.
Îro polîtburoyên YNK û PDKê li bajarê Hewlêrê li ser pêkanîna hikûmetê dicivin.
Li gorî agahiyan, di civînê de dê pişka YNKê di hikûmetê de were kifşkirin.
Şanda PDKê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî û ya YNKê jî bi serokatiya Kosret Resûl beşdarî civînê dibin.
Beriya niha YNKê ragihandibû, rêkeftina roja 4 vê mehê ya PDK û YNKê tenê rêkeftinek siyasî bûye, bo parvekirina post û meqaman jî dê rêkeftinek din di navbera wan de were îmzekirin.
2587 car hatiye dîtin |