English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-11 [01:49 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Wezîrê Bajarvanî û Tûrîzmê ya Kurdistanê Newroz Mewlûd ragihand, her kesê ku bixwaze xanîyekî nû çêbike divê darekî jî biçîne.

Îro li Hewlêrê pêşangeha gulan hat vekirin. Di merasima vekirina pêşangehê de Wezîrê Bajarvanî û Tûrîzmê Newroz Mewlûd jî beşdar bibû.

Piştî merasimê, Newroz Mewlûd ji rojnamevanan re got, qesta wê pêşangehê ew e ku kultura çandina gul, dar û keskatiyê li nav civakê de bihêztir bibe.

Wezîra Bajarvanî û Tûrîzmê her wiha got, ji vir û pêde her kesê ku bixwaze xanîyekî nû çêbike divê herî kêm darekî jî biçîne. Di pirojeyên mezin de jî nabe rêjeya keskatiyê ji %25 kêmtir be.

 





2731 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad