Hewlêr (ZNA) - Kompanyayekê neftê dibistanek dîyarî rizgarkirina Hewlêrê û Raperînê kir.
Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê Piştiwan Sadiq di rêûresma vekirina dibistanê da ragihand îsal 168 hezar xwendekar di pola yekem a seretayî da xwe tomarkirine.
Herwiha Piştîwan Sadiq bang li xêrxwazan û hemwelatiyên kir ku dibistanna bo zarokan çêkin yan jî dibistanên heyî û rewşa wan ne başe nûjen bikin.
Piştîwan Sadiq sipasiya xwediyê Kompanyaya Kar a Şêx Baz kir bo duristkirin û avakirina wê dibistanê. Dibistan li taxa Gelawêj a Hewlêrê hatiye duristkirin.
Roja 11ê Adara 1991ê hemwelatiyên Hewlêrê dijî rejima dagirker û a Beasê bi piştevaniya Pêşmergeyên Kurdistanê bajar rizgarkirin.
2629 car hatiye dîtin |