English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-11 [10:42 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Li bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê, 2 girtîyên din yên kurd hatin bidarvekirin.

Pêr sê girtîyên kurd, ku bi tohmeta kuştina bi enqest hatibûn girtin û fermana îdamê bi ser wan de hatibû sepandin, bo bicîhanîna fermanê derbasî cihê îdamê li girtîgeha Ormiyê bibûn.

Li gorî agahiyan, destpêkê hat gotin ku tenê yek ji wan girtîyan bi navê Nacî Umerzade hatiye bidarvekirin lê paşê hat zanîn ku du girtîyên din jî li dû Nacî hatine bidarvekirin.

Navê wan girtîyên ku vê dûmahîkê hatine bidarvekirin, Husên Îbrahîmî xelkê bajarê Bokanê û Xelîl Salihî xelkê bajarê Ormiyê bûne.

Husên û Xelîl jî mîna Nacî, 10 sal berê bi tohmeta kuştina bi enqest hatibûn girtin.





2398 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad