English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-11 [10:15 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Berpirsê komîteya YNKê li Mexmûrê Reşad Gelalî ragehand, piştî ku çar ciwan ji bo komkirina domelan (cûreyekî ji kîwarkan) kom bikin çûn navçeyekî ser bi Mexmûrê, yek ji wan hat kuştin.

Reşad Gelalî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Duh 10.03.2019ê êvari çar ciwanên xelkê Mexmûrê bo komkirina domelan diçin sînorê gundê Qelate Soranî ku li wî sînorî çend şev berî naha hejmarek çekdarên Heşdî Şeibî ketin dafika DAIŞê û hejmarek ji wan hate kuştin û hejmarek ji wan jî birîndar bûn. Li wî sînorê li aliyekî DAIŞ lê heye, li aliyê din jî artêşa Iraqê heye.’’

Herwaha got, artêşa Iraqê gule berdane wan ciwanan û ji wan ciwanan kesek bi navê Zahîr Omer Hesen hatiye kuştin.

Reşad Gelalî got, gotegot hene ku sê ciwanên din ji aliyê artêşa Iraqê ve hatine girtin.

Li gor zanyariyên heyî, sînorê wê navçeyê ku ew ciwan bi armanca komkirina domelan çubûnê metirsîdar e û tevgera DAIŞê lê heye.





2467 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad