English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-11 [09:43 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Îro 11.03.2019 ye û 28 sal berî naha serhildan û raperîna hemwelatiyan û rizgar kirina paytexta herêma Kurdistanê Hewlêrê pêkhat.

11ê Adar a 1991ê xelkê Hewlêrê serî rakir û bi piştevaniya hêzên Pêşmerge ve saziyên ewlehiyê, artêş, binkeyên polis û hemû saziyên din ên fermî dest danî ser û çekdarên rejîma Beis li daîreya ewlehiyê û menzûmeya şîmalî de hewldan berevaniyê bikin û hejmarek mezin ji wan hatin kuştin û piştre jî hemû hatin girtin û beşek ji wan her li wê derê ji aliyê hemwelatiyan ve hatin gulebaran kirin.

Rizgar kirina bajarê Hewlêrê û raperîn û serhildana gelê kurd a roja 5ê Adarê li Ranya ve destpê kir û piştre beşek ji bajar û bajarokên Kurdistanê berdewam kir û bi rizgar kirina Hewlêrê ve serhildan ket qonaxeke nû û serkeftina gel û hêzên Pêşmerge misoger bû.





2569 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad