Hewlêr (ZNA) - Îro 11.03.2019ê salvegera rêkeftina dîrokî ya 11ê Adarê ye, ku şoreşa Îlonê ya mezin armancên xwe bidest anîbûn.
Roja 11.03.1961ê Rêberê Tevgera Rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê Mistefa Barzanî, şoreşî Îlonê ya gelê Kurdistanê, li dijî rejîma Iraqê û ji bo bidestxistina mafên gelê Kurdistanê da destpê kirin.
Armanca Şoreşa Îlonê ya mezin bidest xistina otonomî bû bo Kurdistanê. Piştî 9 salan xebata şoreşgerî ya seranserê başûrê Kurdistanê, hikûmeta wê demê ya Iraqê naçar mabû ku mafên gelê Kurdistanê nas bike û xweserî û otonomiya başûr Kurdistanê bi rêkeftina dîrokî ya 11ê Adarê 1970ê ya di navbera rêberê şoreşê Mistefa Barzanî û rejîma Iraqê de hate îmza kirin.
Ew rêkeftin wek rêkeftinekî dîrokî ya gelê Kurdistanê tê zanîn, ji ber bi wê rêkeftinê ve gelê Kurdistanê gelek destkevtên siyasî û aborî bidest xist.
4 sal piştî rêkeftinê hikûmeta Iraqê gav bi gav binpê kirin di rêkeftinê de pêkanîn û li gel rêkeftina Cezayîrê ya 16.03.1975ê ve dawî bi rêkeftinê hat.
2485 car hatiye dîtin |