English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-10 [09:50 AM]

Hewlêr (ZNA) -


 Li Îlamê kesekî sê endamên malbatekê kuşt, bi behaneya ku razî nebûne ew bi keça wan re bizewice!

Duh danê êvarê li nahiya Dilguşa ya bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê, xwîn herikî.

Li gorî agahiyên malpera Hengawê, zilamekî bi navê Mehdî Bawilkî, ku tê gotin personelê artêşa Îranê bûye, diçe xwazginiyê keçikekê lê ne dilê keçkê di wî zilamî de heye ne jî bavê wê razî ye.

Tê gotin ku piştî redkirina xwazgintiyê, ew zilam radihêje sîlahê, destpêkê keçkê dikuje paşê bavê wê û birayê wê dikuje. Piştî demekî kurd jî ji aliyê hêzên asayişê ve tê girtin.

Navê wan kesên ku hatine kuştin, ev in: Kewser Baziyar (keçik), Nasir Baziyar (bavê wê) û Yezdan Baziyar (birayê wê)

 

 





2431 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad