English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-08 [10:59 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya bi helkevta roja 8ê Adarê de dibêje, jinên bihêz û wêrek hertim di nava me de hebûne.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi helkevta 8ê Adarê, Roja Cîhanî ya Jinan peyameke vîdyoyî belav kir.

 

Nêçîrvan Barzanî dibêje: “Îro di Roja Cîhanî ya Jinan de, silav li hemû jinên Kurdistanê be. Jinên bihêz û wêrek hertim di nava me de hebûne. Îro ez dixwazim bi awayekê taybet spasiya hevjîna xwe û hemû jinên Kurdistanê bikim.”

 

Encûmena Wezîran a Kurdistanê jî daxuyaniyek belav kiriye û têde ragihandiye, cihê şanaziyê ye ku jinên Kurdistanê hertim bi awayekî bibandor di hemû warên xebat û têkoşînê de beşdar bûne.





2533 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad