English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-08 [10:31 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê di peyama xwe ya taybet bi Roja Cîhanî ya Jinan de, vê rojê li jinên Kurdistanê pîroz kiriye û dibêje, erkê hemû kes, kom û aliyên Kurdistanê ye, bi taybetî jî ya elîtan, ku piştevaniyê li pirsa wehkevî û çespandina bingehên wekheviyê bikin, ji bo jiyaneke tijî ji nirxên mirovdostî, civakeke lêborde û wekhevîxwaz û pêşerojeke geş.

 

Di daxuyaniyê de tê gotin, “jin hertim qurbaniyên sereke yên tundûtîjiyê bûne û di serî de jî, qurbaniyên tundûtîjiyên şer û wan karesatan bûne ku bi serê gelê me de hatine, her ji Enfal û kîmyabaranê bigre heta karesata êrîşa nemirovane ya terorîstên DAIŞê di derheqê jinên me yên Êzidî de li Şingalê, lê belê ti bûyereke karestbar nekariye mezinahiya jinên Kurdistanê û moralê wan bo jiyan, xebat û serbilindiyê, kêm bike.”

 

Encûmena Wezîran tekez dike: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê hertim bi xemlêxwarinê, weke prensîpeke sabit a mafên mirov û demokrasiyê, li dosyeya wekhevî û mafên jinan nihêriye û tevî hebûna deste û saziyên hikûmî yên taybet bi jinan û yên berevaniyê li mafên wan dikin, rewşeke guncaw jî ji bo kar û têkoşîna rêxistinên nehikûmî yên taybet bi warê jinan û mafên wan, hatiye amadekirin.”

 

Di beşeke din a vê daxuyaniyê de tê gotin: “Jin di kerta perwerdeyê û pêgihandina nivşê îro û yê pêşerojê yên gelê me de xwedî roleke sereke ne û sal bi sal jî rola wan di vê kerta giring de zêdetir dibe. Bilindbûna rêjeya jinên parlamenter û xwedî postên bilind û giring di saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê de, amajeyeke giring a bihêzbûna bingehên wekheviyê ne, amadebûna jinên Kurdistanê di warê sermayedaneriyê û sektora taybet de, pêngaveke din a giring e bo beşdariya wan di civakê de û divê di vî warî de bi awayekê ciddî piştevanî li hewlên wan bê kirin û bêtir bêne geşkirin.”





2491 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad