English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-08 [09:56 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Serok Mesûd Barzanî li Selaheddîn pêşwaziya şandekî bilinda Wezareta Derveyê Amerîkayê ku, ji  Alîkara Wezîrê Derveyê Amerîka yê Karubarê Gengeşe û Aramiyê Denise Natali  û Cîgirê Yarîdederê Wezîrê Derveyê Amerîka yê Karubarê Îran û Iraqê Andro Pek û Konsolê Amerîka li Hewlê Steven Fagin  pêktê kir.

malperaSerok Barzanî belav kir ku, Îro roja pênçşem 07.03.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda Wezareta Derveyê Amerîka kir ku ji  Alîkara Wezîrê Derveyê Amerîka yê Karubarê Gengeşe û Aramiyê Denise Natali  û Cîgirê Yarîdederê Wezîrê Derveyê Amerîka yê Karubarê Îran û Iraqê Andro Pek û Konsolê Amerîka li Hewlê Steven Fagin  û hejmarek şêwirmendên Wezareta Derveyê Amerîkayê pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de şanda mîhvan silavên Mike Pence Cîgirê Serokê Amerîka bi Serok Barzanî gihandin û her wiha tekez li wê yekê kirin ku Cîgirê Serokê Amerîka pêzanîneke zêde ji bo Herêma Kurdistanê li parastina pêkhatên neteweyî û olî de heye.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasî Cîgirê Serokê Amerîkayê kir. Her wiha teqdîrên xwe ji bo xwemxurî û têbiniyên Cîgirê Serokê Amerîka ya li ser pêkhatên neteweyî û oliyên Iraqê hebû.

Her li vê civînê de rewşa koçberan û navçeyên azadkirî hate nirxandin û her dû alî li ser ewe hevrê bûn ku pêwîste asayîş û aramî û xizmetguzarî li navçeyên wan bê dabîn kirin û vegerandina koçberan û paşaroja wan bê mîsoger kirin.

Li beşekî dinê vê hevdîtinê de di derbarê metirsiyên terorê û pêwîstiya şerê hemû aliyên hizra tundiyê li Iraqê û navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Amerîka mijareke dinê vê hevdîtinê bû û tekez li ser peywendî û hemahengiya berdewamiya di navbera her dû aliyan kirin.





2482 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad