English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-08 [09:38 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Alîkar a Wezîrê derve yê Amerîka û Berpirsa nivîsîngeha nakokiyan operasyonên aramiyê Denise Natali civiya.

Îro, Pênşemê 7.3.2019 Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaiya Alîkar a Wezîrê derve yê Amerîkayê û Berpirsa nivîsîngeha nakokiyan operasyonên aramiyê Denise Natali kir.

Di civînê de her yek ji Andreu Peck Alîkarê cîgirê wezîrê derve yê Amerîka û Joey Hood karbirêkerê balyozxaneya Amerîka li Îraqê, Stephen Vagen Konsulê giştî yê Amerîka li Hewlêrê û hejmarek şêwirmend û berpirs amade bûn û peşhateyên siyasî û ewlekariyê yên navçeyê û pêşxistina pêwendî û hemahengiya di navbeyna Hewlêr, Bexda û Amerîkayê de hatin gotûbêjkirin.

Herwiha piştî wê Mesrûr Barzanî ronahî xist ser liv û tevgera DAIŞê li çendîn parêzgehên Îraqê, herwiha tekezî li ser rûbirûbûn a terorîstan  û lezkirin di mekanîzma hevbeşiyê di navbeyna Hêzên Pêşmerge, Hêzên Îraqê û Hevpeymaniyê de kir û ragihand, pêwîst e bi mekanîzmayên serdemyane kar ji bo çareserkirina pirsgirêkên bingehîn werin kirin , û xizmetguzarî û dîtina derfetên kar bo vegera awareyan bê dabînkirin.

Ji aliyê xwe ve, Denise Natali  tekezî li ser wê yekê kir, ku welatê wê ji bo çareserkirina pirsgirêkan di çarçoveya Destûrê de, ew hêz û aliyên Iraqê han didin  û ragihand, ku têgihiştin û nêzîkbûna di navbeyna Hewlêr û Bexda de, bo tevahiya pirsgirêkan dibe bingehek baş, ji bo bidestxistina aştî û aramiyê ji bo Îraqê.





2533 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad