Hewlêr (ZNA) - Endama Parlamentoya Iraqê li ser firakisyona PDKê Îxlas Dilêmî ragehand ku, heftiya bê pere mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê ji Baxda tên rêkirin.
Endama Parlamentoya Iraqê li ser firakisyona PDKê Îxlas Dlêmî ji BasNewsêre ragehand ku, îro Pênşemê wî serdana Wezîrê Darayî yê Iraqê kir û jêre got ku, bûdçe û mûçeyê 3 mehan ên fermanberên Herêma Kurdistanê kirin ser hîsabê wezareta darayî ya Herêma Kurdistanê.
Endama Parlamentoya Iraqê li ser firakisyona PDKê da zanîn ku, heta heftiya bê ew pere kaş digehe Herêma Kurdistanê û mûçeyê fermanberan tên xerckirin.
Li gor zanyariyên wê parlamentarê ku, endama komîteya darayî ye jî li parlamentoya Iraqê ew pereyên bên şandin 900 milyar dînar e.
Îxlas Dlêmî li ser zarê Wezîrê Darayî yê Iraqê Dr. Fuad Husên got jî ku, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê başin û pirsgirêk çareser dibin.
Li gorzanyariyên BasNewsê destpêka heftiya bê dê mûçeyê meha 12 bên dabeş kirin.
3328 car hatiye dîtin |