English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-07 [12:29 PM]

Hewlêr (ZNA) -


 Îro 07.03.2019ê şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li wezîrê pîşesazî û bazirganiya Urdinê  Dr. Tariq Mihemed û şandeya li gel kir.

Di hevdîtinê de balyozê Urdinê yê Iraqê Muntesir Uqle û konsolê giştî yê Urdinê li Hewlêrê Heysem Ebuful û hejmarek berpirs û şêwirmend jî amade bûn. Hevdîtinê de gugtûgo li ser pêşhate û pêşketinên navçeyê bi giştî û pêşxistina peyvendiyên dualî yên navbera herêma Kurdistanê û Urdinê yên hemû derbarê de hatin gotûbêj kirin. vê derbarê de wezîrê pîşesazî û bazirganiya Urdinê daxwaza serkeftinê bo Mesrûr Barzanî di serokatiya kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê xwest û hêviya pêşdeçûna zêdetir ji herêma Kurdistanê re xwest.

Li hember jî Mesrûr Barzanî amaje bi peyvendiyên kevin ên navbera gelê Kurdistanê û Urdinê de kir û rol û pêgeha Qral Ebdulayê duyem jî giring û pir bi nirx ve pênase kir, di kar kirina berdewamî ya peyvendiyan de û hêviya berfireh kirina vê peyvendiya taybet a warê aborî û bazirganiyê xwest û ragehand, li herêma Kurdistanê bingeh û derfetên berhemanînê dest didin û hatina şîrketên Urdinê bo beşdarbûna vejandin û ava kirina herêma Kurdistanê de wek pêwîstî em dibînin.

Pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê û pêşketinên li navçeyê mijarên din ên wê hevdîtinê bûn.





2497 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad