English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-07 [10:06 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Polîsên leşkerî yên bi ser Tirkiyê ve, duh roja Çarşemê, kesê ku jina xwe li meydana Azadî li navenda bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, kuştiye serbest kir.

Jêderekî taybet eşkere kir ji Basnewsê re gotiye ku polîsên leşkerî, çekdarê gruba Sulêman Şah Ebdilrehman Hefyan, ji xelkên Idlibê ye, piştî hefteyetê ji zîndanî kirinê, bê ku were dadgehkirin serbest kir.

Li gor agahiyên wî jêderî, di 1ê Adarê de, Hefyan jina xwe ya bi navê Hemîde, diya du zarokan e, li Meydana Azadî, bi behaneya bênamûsiyê da ber guleyan û kuşt, û bi awayekî yekser ji aliyê polîsan ve hate girtin. Hefyan çar salan di zîndanên rêjîma Sûrî de qedandine, û berî bi mehekê hatibû berdan, lê gava vegerî dît ku jina wî bi fermandarekî gruba cebhe El-şamiyê zewiciye, tevî ku hîn girêbesta zewaciyê bi mêrê wê re betal nebibû.

Li gor heman çavkaniyan, fermandarê leşkerî yê gruba El-şamiyê jî hatiye serbestkirin û tê pêşbînî kirin piroseya kuştina Hemîdê bi rengekî ji rengan hatibe çareserkirin.





2488 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad