Hewlêr (ZNA) - Cîgirê sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl dibêje, YNK dê pêbendî rêkeftina bi PDKê re be.
Cîgirê sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl, ku niha wek sekreterê demkî yê YNKê ye, îro li bajarê Silêmaniyê li ser rêkeftina vê dawiyê ya PDK û YNKê ji rojnamevanan re got, rêkeftina PDK û YNKê bi sûda gelê Kurdistanê ye ji ber wê jî gelê Kurdistanê piştevaniya wê rêkeftinê dikin.
Kosret Resûl her wiha got, YNK dê pêbendî wê rêkeftinê be û bo bicîhanîna wê çi pêwîst bike dê bike.
2608 car hatiye dîtin |