English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-06 [11:24 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Li bajarê Bokan yê Rojhilatê Kurdistanê, ji ber vexwarina alkola xirab herî kêm 3 kes mirin û çend kes jî kor û jehrî bûn.

Li gorî agahiyan, di heyama du rojên borî de 16 kes li bajarê Bokanê ji ber vexwarina alkola xirab jehrî bibûn. Tevahiya wan kesan biribûn nexweşxaneya bajarê Ormiyê.

Li gorî medyaya Îranê, ji wan kesên ku ji ber alkola xirab jehrî bibûn, 3 kes mirine, 5 kes kor bûne û rewşa yên din jî zêde baş nîne.

Hat zanîn, ew kesên ku alkola xirab vexwarine, temenê wan di navbera 23 sal heta 60 salî de ye.

Tê gotin ku wan kesan bi destê xwe alkol çêkirine. Li Îranê çêkirin û vexwarina alkolê qedexe ye.





4357 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad