English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-06 [10:52 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Cîgirê serokê encûemena nûnerên Iraqê Dr. Beşîr Hedad bi daxuyaniyekê ve ragehand û daxwaz kir, pêwîste sendikaya bijîşkan li herêma Kurdistanê teqez bin li ser nivîsandina reçeteyên bijîşkî û çap a elektronîk be ne ya bi destnivîsê.

Dr. Beşîr Hedad biryara sendikaya bijîşkên Iraqê ya derbarê çap a reçeteyên bijîşkî de jî bilind nirxand, ku ji aliyê bijîşkan ve bi amarên çapkirinê ve derdikeve, ne bi nivîsa destî û daxwaz ji wezareta tenduristiya hikûmeta herêma Kurdistanê û sendikaya bijîşkên Kurdistanê jî kir, heman tiştî bicîh bînin.

Hedad ragehand ku encûmena wezîrên Kurdistanê berê ew biryar derxistibû, ku bijîşk pêbend bin bi nivîsandina dermanên bijîşkî bi awayê elektronîk ê li ser amûrê çapkirinê, lê mixabin heta naha ew biryar li herêma Kurdistanê nehatiye bicîhanîn.

Hedad got, me peyvendî li gel wezareta tenduristî û sendikaya bijîşkan û sendikaya dermansaz an, ên li herêma Kurdistanê kiriye, bo bicîhanîna biryarê. Herwaha bo pêbendbûna bijîşkan bi wî biryarê ve. Ji ber xwandina destnivîsên reçeteyan zihmetiyê çêdike bo dermanxaneyan û di xwandina navê dermanan de pirsgirêk çêdibin.

Dr. Beşîr Hedad daxwaza bicîhanîn biryarê li herêma Kurdistanê dike, bo rêgirî li ziyan negehe hemwelatiyan jî ev yek giringe.





2500 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad