English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-06 [09:48 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Bombeyek li navenda bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê teqiya û di encamê de, sê kes birîndar bûn û gelek ziyanên madî li şûn xwe hêştin.

Li gor agahiyan, bombeyek li kolana siyasiyê li hember stûdiyo 23 danîbûn ber bermîlê çopê, li dor katjimêr 9 li vê êvarê teqiya û sê kesên sîvîl birîndar kirin.

Ji ber bihêzbûna teqînê, gelek ziyan li dikanên bazirganiyê û li avahiyên derdorê bûne.

Baregeheke girûpa Sultan Murad li nêzîkî cihê teqînê heye, lê heye niha ti aliyan ev tqîn li xwe negirtiye.

Di nîveka meha Desemberê ji sala 2018an, teqînekî erebeyeke bînekan armanc kir û herweha, bazara mavendî ya bajêr, jî bi teqînekî hate armanckirin û di encama herdû teqînan de, gelek xelkên deverê, jiyana xwe ji dest dan.

Herwisa di 21ê Reşmehê de, erebeyek bombekirî li nêzîkî xestexaneya Dêrsim teqiya, ji ber welatiyekî bi navê Cîhad Osman cane xwe ji dest da û 20 kesên dîtir jî birîndar bûn.

Tê zanîn ku çekdarên bi Tirkiyê gelek caran teqînan pêktînin da ku nearamî li deverê berdewam be û pişt re xelkên deverê bi behaneya teqînan bigrin û fidiyeyê ji xwediyên wan bixwazin.





2860 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad