English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-05 [11:36 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Fraksiyona PDKê li parlamentoya Kurdistanê ragehand, ku dê bi giyana dema raperînê ve berevaniyê li armancên gelê Kurdistanê bikin.

Di peyama xwe îro 05.03.2019ê ya bi boneya salvegera 28.mîn a raperîna sala 1991ê de fraksiyona PDKê pîrozbahî li gelê Kurdistanê kir.

Fraksiyona PDKê amaje bi wê yekê jî kir ku îsal salvegera raperînê ya bi nirx a gelê Kurdistanê hevdem e li gel rêkeftina PDKê û YNKê û hewldanên damezrandina kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê, ku ew hemû jî yek ji destkevtên raperînê bixwe ne.

Fraksiyona PDKê pêwîst dizane ku hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê bi yekdengî tekoşînê li hember metirsiyan bikin û ji bo bi bingeh kirina Kurdistaneke bihêz û demokratîk kar li ser parastina destkevtên raperînê bikin.

Fraksiyona PDKê pesnê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û civaka raperîner a gelê Kurdistanê kir û soz dide gelê Kurdistanê ku li parlamentoyê ve armancên raperînê bikin yasa û bi giyana dema raperînê berevaniyê li armancên gelê Kurdistanê bikin.





2455 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad