English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-05 [10:52 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokê Cıvata parêzgeha Mûsilê diyar kir: ‘’Lijneyek bo pêdeçûn û anîna termê 50 keçên êzdî yên li Baxozê hatine serjê kirin dê bê pêkanîn. Ew lijne dê navbera hikûmeta Iraqê û Sûriyê de be û karê pêdeçûn û piştrast kirina li ser wê bûyerê dê birêve bibe û eger rast be dê hewl bide termên wan bîne.’’

Serokê Civata Parêzgeha Mûsilê Seydo Çeto ji BasNewsê re ragehand: ‘’Li gel mala êzdiyan a Sûriyê û serokwezîrê Iraqê emê hewlên berdewam bo pêdeçûn û anîna termê keçên êzdî yên li Baxozê hatine serjê kirin bidin. Heta naha jî ti zanyariyên piştrast dest me neketine. Ji ber hîn Baxoz bi temamî rizgar nebûye û destê terorîstên DAIŞê de ye. Ew wêneyên hatine belav kirin jî yên kevin bûn. Eger tiştekî wisa hebe jî dê lijneya navbera Iraqê û Sûriyê de kar bike bo anîna termên wan keçên êzdî.’’

Herwaha got: ‘’Lijneya rizgar kirina girtiyên êzdî li civata Mûsilê hewlên berdewam de ye li gel ofîsa rizgar kirina revandiyên êzdî li Duhokê û hemû alî dê ji bo veguhestina girtiyên êzdî ji Baxozê ji bo nav kesûkarên xwe yên li Şingalê di hemahengiyê de ne.’’





2461 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad