English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-05 [10:35 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Îro salvegera roja destpê kirina Raperîna gelê Kurdistanê ya li dijî rêjîma Beis a Iraqê ye, ku karî bo yekem carê piraniya axa Herêma Kurdistanê ji destê rêjîma Beis rizgar bike û Kurd li Başûrê Kurdistanê desthilatê bi dest xwe ve bîne.

28 sal berî naha roja 5ê Adara 1991an de Raperîna gelê Kurdistanê li dijî rêjîma Beis a Iraqê destpê kir û di yekem roja Raperînê de, devera Ranya û Qeladizê hatin rizgarkirin. Piştre jî nasnava “Deriyê Raperînê” li wê deverê hat kirin.

Piştî rizgarkirina devera Pişder û Bitwênê, xelkê Kurdistanê bi piştevaniya mefrezeyên Pêşmerge rabûn ser piyan û raperîn û her rojê govenda azadî û rizgarbûnê li çend navçeyan dihat gerandin.

Raperîna gelê Kurdistanê bi piştevaniya mefrezeyên Pêşmerge, di encama zulm û zordariya rêjîma Beis a li dijî Kurdan de pêkhat, serkeftin jî ji yekgirtiya gel û yekdengiya hêza siyasî pêk hat, ku karî di heyameke kurt de piraniya axa Başûrê Kurdistanê rizgar bikin û dawî bi desthilatdariya dagîrkeran bînin.

Piştî Raperînê bi salekê, rêveberiya siyasî ya Kurdistanê, bi ceribandina riyên demokrasiyê bo birêvebirina îdareya Başûrê Kurdistanê dan destpê kirin û di 19.5.1992an de hilbijartina Parlemantoya Herêma Kurdistanê bo yekem carê hat encamdan, ev jî tevî nakokiyan û rewşa navxwe ya nexwastî, lê bi destkefteke girîng a Kurd li Başûrê Kurdistanê tê hejmartin, ji ber ku di dîrokê de cara yekem bû Kurd bûn xwedî parlemanto û hikûmet. Herêma Kurdistanê ji bilî encamdana projeyan di tevahiya waran de, rêveberiya siyasî ya Kurd karî di rûyê dîplomasî de pêwendiyan bi welatên cîhanê re berfereh bike û daxwaza mafê Kurd bigihîne navendên siyasî yên cîhanê.

Niha ku salvegera 28emîn a destpêkirina Raperînê û rizgarkirina devera Pişder û Bitwên e, piştî çend salan ji dorpêça Bexdayê bi ser Herêma Kurdistanê û krîza darayî, aliyên siyasî mijûlî pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne û çend pêngav jî ji bo başkirina rewşa aborî avêtine. Herwiha li gor salên borî, niha pêwendiyên Herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê di asteke baş de ye û herwiha li gor navçeyên din ên Iraqê jî, di warê aramî û ewlehiyê de Herêma Kurdistanê aramtirîn navçeyên Iraqê ye.

Biryar e di salvegera 28emîn a rizgarkirina devera Raperînê de, çend çalakî li Ranya, Qeladizê û bajarokên wê deverê birêve diçin.





2509 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad