Hewlêr (ZNA) - Endamê Parlamentoya Iraqê li ser firakisyona PDKê Dr. Mihemed Şakir ragehand ku, hikûmeta Iraqê bi şandina mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê û pêşmerge pêbende.
Mihemed Şakir da xuyakirin, Wezîrê Derve yê Darayî yê Iraqê Fuad Husên biryar da li naverasta meha Adarê yasa bikeve biwarê cîbecîkirinê û mûçeyê fermanber û hêzên pêşmerge bişîne Herêma Kurdistanê lewma tê çaverêkirin ew yasa çend rojên din bwere cîbecîkirin.
Tekez kir ku, hikûmeta Bexda pêbende bi şandina mûçeyê fermanberan û pêşmerge û eger heye her meh 454 milyar dînar bo mûçeyê fermanberan û 68 milyar dînar jî bo mûçeyê pêşmerge re bişîne.
Di nerîna wî parlamentarî de eger yasaya çaksaziyê were cîbcîkirin dê kirîza darayî li Herêma Kurdistanê nemîne.
5533 car hatiye dîtin |