English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-05 [09:09 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Tifaqa Welatperwer û Demokrat ya PSKê û PAKê ava kiriye li Mûşê bûroya hilbijardinê vekir.

 Ligor ragihandina Bûroya Ragihandinê ya PAKÊ Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Nurullah Timur, Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Zülküf Baran, namzetê serbixwe yê Mûşê Zîver Çaki, namzedên Serbixwe yên Tifaqa Welatperwer yên Amêdê, Zeki Ekinci, Hidayet Fidan,  gelek sîyasetvanên Kurdistanî; rêvebir, endam û alîgirên PAK û PSKyê, bi beşdarîyeke baş ya gênc û jinan, gelê me yê Mûşê bi girseyî  nêzîkî 1 km di nav cadeya mezin a Mûşê de meşîyan. Piştî meşê Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, namzetê serbixwe yê Mûşê Zîver Çaki û dîya Zîver Çaki pêkve qurdele birîn û bûro vekirin.

Paşê girse di hundurê bûroyê de kom bûn. Endamê Meclîsa PAKê Mirza Akar bixêrhatina beşdaran kir û di derbarê xebata Tifaqa Welatperwer û Demokrat de kurte axaftinek kir.

Paşê jî Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, namzetê serbixwe yê Mûşê Zîver Çaki, di derbarê armanc, girîngî û rola Tifaqa Welatperwer û Demokrat da axaftin.





2473 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad