Hewlêr (ZNA) - Hêzekî mezin li pêş dadgeha Silêmaniyê hat bicîh kirin û heta naha jî zêdetirî 50 kesên ser bi grub û partiya Nifşê Nû hatine girtin.
Li gor zanyariyan, ew alîgirên Nifşê Nû, li ser daxwaza gruba xwe çûne pêş dadgeha Silêmaniyê, ku daxwaza azad kirina serokê Partiya Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwahîd bikin, ku li gor madeyên 229 û 434ê ya yasaya cezayê Iraqê ya peyvendîdar e bi sivikayî kirina fermanberên dewletê û ji ber wê hatibû girtin.
Heta naha zêdetirî 50 endamên wê grubê hatine girtin û ji ber wê jî hêzeke ewlehiyê ya zêde li pêş dadgeha Silêmaniyê hatiye bicîh kirin û tewdîrên ewlehiyê yên tund hatine girtin. Bi taybet jî ew hêz rê nade çapemeniyê, weşana bûyerên li pêş dadgeha Silêmaniyê bikin.
2572 car hatiye dîtin |