Hewlêr (ZNA) - Civîna şanda PDK û şanda YNKê li ser pêkanîna hikûmetê dest pê kir.
Qasekî beriya niha, civîna PDK û YNKê li Hewlêrê dest pê kir.
Şanda PDKê ya ku bi YNKê re hevdîtin dike, ji cîgirê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî, sekreterê polîtburoya PDKê Fazil Mîranî û endamên polîtburoyê Mesrûr Barzanî, Hoşyar Zêbarî û Azad Berwarî û çend kesên din pêk hatiye.
Şanda YNKê jî ji cîgirê sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl û komek endamên polîtburoya wê partiyê pêk hatîye.
2608 car hatiye dîtin |