English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-04 [10:56 AM]

Hewlêr (ZNA) -


 Pasdarên Îranê komek kolberên Rojhilatî rût kirin û bi rûtî ew neçar kirin rêkê ji berfê paqij bikin!

Roj nîne kolberên Rojhilatî, ku bo nanekê mirinê didin ber çavên xwe, neyên kuştin û girtin û rastî heqareta pasdarên Îranê neyên.

Dezgeha mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, roja 1 vê mehê pasdarên Îranê komek kolberên kurd li zozana Sofî Cane li nahiya Newsûd ya bajarê Pawe li eyaleta Kirmaşanê girtibûn û ew di nav berfê de rût kiribûn!

Yek ji wan kolberan, ku nexwastiye navê wî were ragihandin, ji Hengaw re gotiye, pasdaran ew girtin û bi darê zorê ew dan rûtkirin û rêk bi wan dan paqijkirin.

Wî kolberî daye zanîn, ew herî kêm saetekê rût û tazî di nav berfê de man, paşê pasdaran ew azad kirin, di demekî de dema pasdar wan digirin, ti barek bi wan re nebûye!

 





2644 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad