Hewlêr (ZNA) - Serfermandarê her du welatên Amerîkayê û Rûsyayê derbarê Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê de dicivin.
Berdevkê desteya serfermandariya hevbeş a Amerîkayê Patrick Ryder ji çapemeniya Amerîkayê re ragehand, serfermandarê artêşa Amerîkayê Joseph Dunford û serfermandarê artêşa Rûsyayê Valery Gerasimov dê bicivin.
Civîn û hevdîtina her du serfermandaran îro 04.03.0219ê li paytexta Austriayê Viyanayê dê pêkbê û di civînê de gotûbêj li ser rewşa Sûriyê bi giştî û bi taybetî jî rewşa Rojavayê Kurdistanê bê guftûgo kirin.
Li gor berdevkê artêşa Amerîkayê Patrick Ryder mijarên civînê waha ne:
- Lêknedana operasyonên her du welatan ên li Sûriyê
- Guftûgo kirin derbarê peyvendiyên leşkerî yên Moskowa û Washingtonê
- Rewşa asayiş û ewlehiya navnetewî
2566 car hatiye dîtin |