English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-04 [10:09 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Endamekî Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje, piştî DAIŞê qonaxek nû li Sûriyê dest pê dike û ew qonax jî bi sûda kurdan e.

Endadmê ENKSê Kawe Azîzî ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, Amerîka dibêje şerê DAIŞê li Sûriyê xilas bûye lê PYD û YPG naxwazin ew şer xilas bibe. Ew dibêjin hîn hefteyek maye şer xilas bibe.

Kawe Azîzî her wiha gotiye, xelkê Rojava daxwaza xizmetguzarî û aramî û ewlehiyê dikin lê PYD nikare wan tiştan ji wan re dabîn bike.

Wî endamê ENKSê daye xuyakirin ku piştî şerê DAIŞê dê qonaxek nû li Sûriyê dest pê bike û gotiye, ew qonax jî dê bi sûda kurdan be, çimkî Amerîka û Rûsya rijd in li ser garantîkirina mafên kurdan li Sûriyê. Ev jî tiştekî baş e.

Bi nêrîna wî siyasetmedarê Rojava, Amerîka dixwaze ENKS û pêşmergeyên Roj vegerin Rojava û di avakirina herêma aram de rolek serekî bilîzin. Ji aliyekî din, Amerîka fişar xistiye ser PYDê ku ji PKKê dûr bikeve û ji ser sînor vekişe.





2446 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad