Hewlêr (ZNA) - Polîtburoya PDKê û YNKê dê bicivin û li ser sê pirsên serekî gotûbêjê bikin.
Li gor zanyariyan îro 04.03.2019ê şandeya polîtburoya PDKê serdana polîtburoya YNKê ya li Hewlêrê dê bike.
Heftiya borî cîgirê sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî ragehandibû ku ‘’Demek nêzîk de’’ şandeya bilind a PDKê û YNKê dê li Hewlêrê bicivin.
Di civînê de gotûbêj li ser pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê, rewşa Kerkûkê û pirsa li gel Iraqê dê bê gotûbêj kirin.
2470 car hatiye dîtin |