English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-03 [12:40 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Li ser hevdîtina şanda YNKê û Serok Barzanî, daxuyaniyek hat dayîn.

Îro danê sibê şandeka YNKê bi serokatiya cîgirê sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl li Pîrmamê bi Serok Barzanî re hevdîtin kir.

Li ser naveroka wê hevdîtinê, daxuyaniyek hat belavkirin û hat gotin ku di civînê de behsa rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û astengên li pêşiya piroseya siyasî hatin axaftin.

Di daxuyaniyê de her wiha hatiye gotin ku divê her du alî micid li ser berdewambûna rêkeftina xwe bo xurtkirina sazî û dezgehên Herêma Kurdistanê kar bikin û divê berjewendiyên gelê Kurdistanê û ruhê biratî û berpirsyartiyê jî li ber çav bigirin da ku bikarin li hember bendewarî û daxwaziyên welatiyan bibin bersiv.

Şanda YNKê ji bilî Kosret Resûl, ji endamên polîtburoya YNKê Erselan Bayîz û Îmad Ehmed pêk hatibû.





2464 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad