English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-03 [11:44 AM]

Hewlêr (ZNA) -


 Fermana girtinê bo serokê Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwahîd derket û çapemeniya wê partiyê jî ev nûçe belav kir.

Îro 03.03.2019ê kanala televizyona fermî ya Nifşê Nû nûçeya derketina fermana girtina serokê Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwahîd ragehand.

Li gor nûçeya fermî ya televizyona heman partiyê, dadgeha Silêmaniyê bi tometa ‘’êrîş kirina ser fermanberên dewletê’’ û li gor madeya 229 a yasaya ceza, fermana girtinê bo Şasiwar Ebdulwahîd derxistiye.

Madeya 229 a yasaya ceza wan kesan digre navxwe ku ‘’sivikayî û teşhîr’’ bi fermanber an jî kesekî erkdar ê xizmeta giştî, yan jî saziyên giştî bike û cezayê du sal girtîgehê an jî cezayê pare û kefaletê ji wan re tê dayîn.

Berî naha serokê Nifşê Nû ragehandibû ku dê rojek bê berpirsên YNKê li Silêmaniyê bên helawîstin.





2431 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad