English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-03 [10:21 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Li devera Pîranşar ya Rojhilatê Kurdistanê di encama êrişa pasdaran de kolberek hat kuştin.

Dezgeha mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, îro danê sibê li zozana Gorrî Pitkê ya bajarê Pîranşarê, komek kolber rastî êrişa pasdarên Îranê hatin.

Li gorî agahiyan, di encama wê êrişê de kolberk bi navê Wahîd Ehmedî kurê Ehmed Ehmedî hat kuştin û kolberek jî birîndar bû.

Heta niha navê yê birîndar nehatiye zanîn lê ewê ku hatiye kuştin, bavê du zarokan bûye û temenê wî jî 30 sal bûye.





2494 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad