Hewlêr (ZNA) - Desteya serokatiya parlamentoya Kurdistanê û serokên fraksiyonan gotûbêja pêkanîna lijneyên daîmî dikin.
Li gor zanyariyên berdest, îro 03.03.2019ê desteya serokatiya parlamentoya Kurdistanê û serokên fraksiyonan dê bicivin.
Civîn taybete bo diyar kirina endamên lijneyên daîmî yên parlamentoya Kurdistanê ku hejmara wan 15 lijneye û her parlamenterek dikare li du lijneyan de endam be û formekê dê tejî bike û pisporiya endamtiyê jî li berçav dê bê girtin.
Heftiya borî ya parlamentoya Kurdistanê bê amadebûna fraksiyona YNKê civiya û lijneya yasayî helbijart û du endamên lijneyê jî ku ber YNKê dikevin, cîhê wan vala hate hiştin.
2551 car hatiye dîtin |