English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-01 [11:08 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Serkirdeyê Artêşa Azad Mistefa Sicrî plana metirsîdar a Serokê Sûriyê Beşar Esed dijî Rojavayê Kurdistanê aşkere kir.

Di rûpela xwe ya twitterê da Mistefa Sîcrî hewla Beşar Esed a rêkeftina ligel Qeter û Tirkiyê belav kiriye.

Mistefa Sîcrî amaje bi wê yekê kiriye ku Îran ji rêkeftina Qeter, Tirkiyê û Sûriyê nîgeranbûye lewre naxwaze Sûriye jî ligel wan welatan kar bike. Herwiha Esed dijî Îmarat û Erebîstana Siûdiyê dixwaza wxwe nêzîkî Qeterê bike.  

Sîcrî da ye zanîn ku Beşar Esed bi rêya kanalên taybet peyameke taybet ji Tirkiyê re şandiye û di peyama wî de ev yek hene:

- Jinavbirina desthilatiya kurdî li Rojavayê Kurdistanê

- Parastina sinorê di navbera Sûriyê û Tirkiyê

- Bi dawîkirina şerê Efrînê ji aliyê Tirkiyê

-Parastina berjewendîyên aborîyên Tirkiyê

- Radestkirina wan kesên Tirkiye dixwaze û li Sûriyê ne

- Parastina berjewendîyen sitratîjîk yên Tirkiyê li nav Sûriyê

- Qerebûkirina kesukarî tevkujiya Reyhanlîyê

Di 11-5-2013an de 3 otomobêl li bajarokê Reyhanliyê yê Hatayê hatin teqandin û di encamê de 150 kes mirin û bi sedan kes jî birîndar bûne.

Mistefa Sîcrî amaje bi wê yekê kiriye Beşar Esed soz daye Qeterê jî wê piştevaniya Îmarat û Erebîstana Siûdî ya li komên terorê aşkere bike û zanyariyan bide Qeterê.

Ligor Sicrî Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyib Erdogan û Qeterê ev plana Beşar Esed red kirine û gotine wê kar bo wê yekê bikin ku divê Beşar Esed li ser Sûriyê nemîne.





2428 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad