Hewlêr (ZNA) - Komisyona Bilinda ya penaberan a bi ser Neteyên Yekbûyî ragehand ku, îro Pênşemê bi tementirîn penabera cîhanê Leyla Salih di temenê xwe yê 112 salî koça dawî kir.
NY li ser rûpela xwe ya fermî ya Facebookê belav kir ku Leyla Salih penabereke xelkê Sûriyê ye û li gel malbata xwe di sala 2017 de ji Tirkiyê çû Yewnanistanê daku, biçe Almanya û neviya xwe bibîne.
Leyla Salih li Yewnanistanê berî çavê wê bi neviya wê bikeve koça dawî kir.
2533 car hatiye dîtin |