English | عربی | کوردی  
 
 
2019-02-28 [04:30 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Berpirsê ofîsa rizgarbûyên kurdên êzdî ji destê DAIŞê Hisên Qaîdî ragehand ku, jinek temen 30 salî û 3 zarokên xwe li Baxozê ji destê DAIŞê rizgar bûn.

Berpirsê ofîsa rizgarbûyên kurdên êzdî ya bi ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Hisên Qaîdî got ku, jinek bi navê Xatî temen 30 salî û her 3 zarokên xwe bi navê Fadî, Fadya û Ehmed li navçeya Baxoz li Sûriyê ji destê DAIŞê hatin rizgar kirin.

Beri niha Berpirsê ofîsa rizgarbûyên kurdên êzdî ji destê DAIŞê Hisên Qaîdî derbarê amarên dawî yên rizgarbûyan da zanîn ku, ji meha 8 sala 2014 û heta niha 3 hezar û 369 kes rizgarbûne.





2371 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad