English | عربی | کوردی  
 
 
2019-02-28 [03:29 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Berpirsê PDKê li navçeya Qeretepe aşkere kir ku, rêjeya kurdan li wê navçeyê geheştiye 5 ji sedî û rewşa ewlehiya navçeyê bo kurdan pir xirabe.

Berpirsê PDKê li navçeya Qeretepe ya ser bi qeza Xaneqîn Kemal Îbrahîm di daxuyaniyekê de ragehand ku, tevgera çekdarên DAIŞê li sênorê wan heye û li ser rêya Qeretepe – Baqube gulyeên hawinan tên avêtin.

Wê berpirsî da zanîn ku, niha hêzên artêşa Iraqê û Heşdî Şeibî li navçeyê hene lê ew hêz nikarin gundên deverê biparêzin.

Berpirsê PDKê li navçeya Qeretepe tekez kir ku, rêjeya kurdan li wê navçeyê kêmbûye û niha tenê ji sedî 5 mane lewma ew daxwaza parastina hêzên pêşmergeyên Kurdistanê dikin.





2467 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad