English | عربی | کوردی  
 
 
2019-02-28 [12:37 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Îro 28.02.2019ê rêveberiya asayîşa Şarezorê girtina 13 tewanbarên madeyên hişber ragehand.

Daxuyaniya beşa ragehandin û peyvendiyên rêveberiya asayîşa Şarezor de hat gotin: ‘’Bi hewl û westandina hêzên me yên rêveberiya asayîşa Şarezorê ve, hemû binke û rêveberên ser bi rêvebertiya me û odeya narkotîkê û beşa lêkolînê ya bajar û bajarokên sînorê desthilatiya me ve, me karî di dema borî de bi fermana dadwer û li gor madeya 14ê ya madeyên hişber 13 tewanbaran bigrin û wan radestî yasayan bikin.’’

Herwaha hat ragehandin, piştî rêkirina dosyayan bo dadgeha lêkolînê ya tewanên Silêmaniyê – 2, dadgehê meha Çileyê de heta roja 27.02.2019ê, bi qonaxên cuda cuda ve cezayên wan tewanbaran da û cezayê wan tometbaran ji 7 meh heta 5 sal hate diyar kirin, ku di nav wan tewanbaran de ji 22 salî heta 50 salî kes hene û yek ji wan kesan jî jin e.

Asayîşa Şarezorê ragehand: ‘’Di dema girtina wan tewanbaran de, ku hin ji wan wek grub û çeteyan kar dikirin, gelek cure û miqtarên cuda madeyên hişber û tiştên taybet bi wê babetê ve girêdayî hatine desteser kirin.’’





2374 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad